HPG’ê ragihand ku hevrêyên wan Zinar û Nûda li qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne û diyar kir ku wê ji bo bîranîna şehîdan têkoşîna azadiyê xurt bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên li Bedlîsê şehîd bûn eşkere kir.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “Di daxuyaniya xwe ya 14’ê Hezîranê de me ragihandibû ku 2’ê Hezîranê li qada Şehîd Mizgîn a Bedlisê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimiye, di 3’ê Hezîranê de hêzên dagirker li qadê dest bi tevgera dagirkeriyê kirine û heta 7’ê Hezîranê dewam kiriye. Di şerê ji ber vê operasyonê de hevrêyên me Loqman Erbek bi nasnav Zinar Amanos ê li Edeneyê ji dayikbûyî û Canan Tan bi nasnav Nûda Besta ya li Wan ji dayik bûye, bi lehengî li dijî dagirkeran şer kirin tevlî karwanê şehîdan bûn.
Hevrêyên me Zinar û Nûda li qada Şehîd Mizgîn a herêma Garzanê di şer de dema ku hewl dan hevrêyên xwe yên birîndar ji qada şer derxînin şehîd bûn. Bi vî rengî bi jiyana xwe dilsoziya xwe bi hevrêyên xwe re ispat kirin.
Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê bi xurtkirina têkoşînê bersivê bidin bîranîna hevrêyên xwe.”
ANF/BEHDÎNAN