Şehîdên Lêlikanê

În 18 Hezîran 2021 - 03:05

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Devrîm û Çiyajîn ên Hezîrana 2017'an li Xakurkê li qada Lêlikanê bi êrişa hewayî şehîd bûn, bi bîr anî. 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "4'ê Hezîrana 2017'an li qada Lêlikan a Xakurkê, di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Hanim Bozkurt bi nasnav Devrîm Brûsk a li Amedê ji dayik bûyî û Pinar Demir bi nasnav Çiyajîn Zagros a li Colemêrgê ji dayik bûyî, şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên şehîd bûne, di salvegera şehadetê de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me Devrîm û Çiyajîn weke parêzvanên nasnameya jinê ya azad bi têkoşîn û berxwedana nîşanî jinên Kurd û cîhanê dan ku li dijî zîhniyeta serweriya mêr bi çi rengî têkoşîn dikare bê meşandin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Devrîm û Çiyajîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz û jinên berxwedêr re dixwazin."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.