Bi boneya salvegera 6'an a rizgarkirina Kobanê, Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê çû serdana Goristana Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê. 

Komek ji endamên Yekitiya Rewşenbîrên Rojava, bi boneya salvegera 6'an a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, çû serdana Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê. Wan li vir şervanên di berxwedana Kobanê de şehîd bûyî, bi bîr anîn.

Endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê li goristanê şande pêşwazî kir û piştre gul danîn ser gorên şehîdan.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di 26'ê Çileyê 2015'an de piştî 134 rojên şer, bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kiribûn.

KOBANÊ