Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 3 gerîlayên ku li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di meha Mijdarê de ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn, bi bîr anî. 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye: "22'ê Mijdara 2020'î, artêşa Tirk a dagirker herêmên Gizrê û Stewrankê yên navçeya Kerboran a Mêrdînê bi balafirên şer bombe kir. Di êrişên hewayî de hevrêyên me Bêrîvan Dogan bi nasnav Binevş Zîlan a li Mêrdînê ji dayik bûyî, Meryem Çelebî bi nasnav Arjîn Mardîn a li Şirnexê ji dayik bûyî û Medenî Ogûz bi nasnav Rêber Firat ê li Mêrdînê ji dayik bûyî şehîd bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê Mêrdînê yê welatparêz, ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku weke şopdarên bîranîna şehîdan em ê armancên wan bi ser bixînin."

ANF/BEHDÎNAN