• Li paytexta Swîsreyê Bernê, ji bo bibîranina 121 şehidên Hesekê, bernameyek hate lidarxistin.

Li paytexta Swîsreyê Bernê, ji bo bibîranina 121 şehidên Hesekê, bernameyek hate lidarxistin. Bername li Navenda Çanda Civaka Kurd a Bernê de bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) bi rê ve çû. Gelek Kurdistaniyên li Swisreyê tevlî bernameyê bûn.

Nûnerên rêxistinên PYD, Pêşverû, El-Wehdî, PDK-S El Partî jî di bibîranîne de amade bûn. Bernameyê bir rêzgirtinê dest pê kir. Di bibîranînê de malbatên şehîdên Hesekê axivîn. Malbatan destnîşan kir ku ev êriş bi destê dewleta Tirk hatiye kirin û berxwedana QSD’ê silav kirin. 

Piştre siyasetvan Hozan Botan got, şervanên Rojavayê Kurdistanê bi kedeke mezin li hemberî êrişan li ber xwe didin û ji bo cîhanê hemûyî bûne hêvî. 

Paşê, li ser navê PYD´ê Abbas Omer, li ser navê PDK-S El Partî Ednan Dûmanî, li ser navê El-Wehdî Şêxmûs Şêx, sernavê Pêşverû Salar Temîr, li ser navê KOMAWê Mehmet Goksungur jî peyivî û qisekeran hemûyan bal bire ser yekîtiya Kurdan a neteweyî.

BERN