Şehîdên herêma Serhedê

Çarşem 4 Mijdar 2020 - 16:00

HPG’ê gerîlayên HPG’ê Erdal Agir (Adnan Avşar), Mûnzûr Gimgim (Mehmet Yalçin), Derwêş Xabûr (Zakîr Olmez) û Sîpan Yoldaş (Hamît Ecer) ên meha Gulanê li Qaxizmanê şehîd bûn bi bîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:
”Artêşa Tirk a dagirker li qada Çemê ya navçeya Qaxizmanê ya Qersê, di 10’ê Gulanê de dest bi operasyonê kir û operasyonê heta 15’ê Gulanê dewam kir. Di dema operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Hevrêyên me Adnan Avşar bi nasnav Erdal Agir ê li Erdaxanê ji dayik bûyî, Mehmet Yalçin bi nasnav Mûnzûr Gimgim ê li Mûşê ji dayik bûyî, Zakîr Olmaz bi nasnav Derwêş Xabûr ê li Şirnexê ji dayik bûyî û Hamît Ecer bi nasnav Sîpan Yoldaş ê li Mêrdînê ji dayik bûyî, pênc rojan li dijî dagirkeran bi rengekî destanî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê mîrateya şehîdên leheng bi ser bixînin.” n

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.