HPG'ê gerîlayên HPG'ê Hêjar Ararat (Halîs Eroglû) û Ronî Ronahî (Halîs Erdogan) ên ku li qada Şenkaya ya Erziromê û bejahiya Kirêkor a Îdirê şehîd bûn bi bîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê 2 gerîlayên HPG'ê yên li Erzirom û Îdirê şehîd bûn bi bîr anî.
Daxuyanî wiha ye:
"Di 12'ê Tîrmehê de li qada Şenkaya ya Erziromê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket, di vî şerî de hevrêyê me Halîs Eroglu bi nasnav Hêjar Ararat ê li Wanê ji dayik bûyî heta dawiyê li ber xwe da, teslîmiyet qebûl nekir û bi şerekî bi lehengî tevlî karwanê şehîdan bû.
Di 19'ê Îlonê de li qada Kirêkorê ya Îdirê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket û hevrêyê me Halîs Erdogan bi nasnav Ronî Ronahî yê li Îdirê ji dayik bûyî bi tena serê xwe li dijî artêşa dagirker bi lehengî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.
Em hevrêyên xwe yên li qada Serhedê li ser xeta Egîd û Bêrîtanan bi berxwedêriyeke lehengî serî netewandin û gihîştin şehadetê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soz didin ku li ser şopa hevrêyên xwe yên leheng em ê bîranînên wan pêk bînin. Di serî de malbatên wan em sersaxiyê ji gelê xwe yê Serhedê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

ANF/BEHDÎNAN