HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên sala derbasbûyî 19'ê Tîrmehê li Heftanînê di êrişa hewayî de şehîd bûn eşkere kir û diyar kir ku wê xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên leheng pêk bînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn eşkere kir.
Daxuyaniya HPG'ê wiha ye: "19'ê Tîrmeha 2020'î artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombardûmaneke giran li qada Şeşdara ya herêma Heftenînê kir. Di encama êrişên hewayî de hevrêyên me Brûsk, Bêrîtan, Hêjar û Serhat gihîştin şehadetê.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku armanca lehengên me yên şehîd ên xwe di oxira Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad de feda kirine bi cih bînin, xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên leheng pêk bînin."
ANF/BEHDÎNAN