- HPG'ê nasnameya gerîlayên li Heftenînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin û xwedî li bîranînên wan derkevin."
HPG'ê nasnameya gerîlayên li Heftenînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin û xwedî li bîranînên wan derkevin."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
"Di daxuyaniya xwe ya 11'ê Tebaxa 2020'an de me ragihandibûn ku 9'ê Tebaxê ji ber êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qada Pîrbila ya herêma Heftenînê, hevrêyên me Ferman û Mazlûm şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne: Semîh Kaplan bi nasnav Ferman Memyan ê ji Amedê û Mîlad Kobadî bi nasnav Mazlûm Cûdî yê ji Kamyaran.
Hevrêyên me ku pêşengî ji berxwedana Heftenînê re kirin, herî dawî li qada Pîrbilayê berxwedaneke dîrokî nîşan dan, derbên giran li dagirkeran xistin û tevlî karwanê nemiran bûn. Berxwedana hevrêyên me Ferman û Mazlûm careke din nîşanî dagirker û nokeran da ku îradeya milîtaniya fedayî ya Apoyî têk naçe û çavkaniya berxwedana dîrokî ye.
Di daxuyaniyên xwe yên 9'ê Tebaxa 2020 û 11'ê Tebaxa 2020'an de me ragihandibû ku li qada Pîrbila ya herêma Heftenînê di 8 û 9'ê Tebaxê de di şerê giran de hevrêyên me Warşîn û Sorxwîn şehîd bûne. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne: Gulşen Yolûr bi nasnav Warşîn Avaşîn a li Amedê ji dayik bûye û Culyana Xelo ya bi nasnav Sorxwîn a li Efrînê ji dayik bûye.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên leheng ên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welpatêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin û bi vî rengî xwedî li bîranîna wan derkevin."
ANF/BEHDÎNAN