HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Heftenînê di êrişên hewayî de şehîd bûn eşkere kir û sersaxî ji malbatên şehîdan, xelkê Botanê yê berxwedêr û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest. 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "15'ê Tîrmeha 2020'î artêşa Tirk a dagirker êrişeke giran a hewayî li herêma Heftenînê kiribû. Li qada Bektoryayê, di êrişa hewayî ya li ser girê Şehîd Gelhat de, hevrêyê me Ferhat Yayle bi nasnav Koçer Sêrt ê li Sêrtê ji dayik bûye şehîd bû. 

6'ê Cotmeha 2020'î li qada Bektorya ya Heftenînê, di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de hevrêyê me Umît Îlbî bi nasnav Laşer Rojhat ê li Şirnexê ji dayik bûye şehîd bû.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê Botanê yê berxwedêr û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd ên leheng bi ser bixînin."

ANF/BEHDÎNAN