• Merasîma ji bo şehîdên Pêngava Gurzê Gelan a li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Silêmanî du rojan hat lidarxist.

Merasîma ji bo şehîdên Pêngava Gurzê Gelan a li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Silêmanî du rojan hat lidarxist, bi tevlîbûna malbatên şehîdan û bi dehan welatiyên Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê ji bo 121 şervanên di berxwedana Sînaa ya Hesekê de şehîd bûbûn û weke Şehîdên Gurzê Gelan hatibûn pênasekirin, ji bo du rojan merasîmek li dar xistin.

Di nava du rojan de gelek kesayetên rewşenbîr, siyasetvan, hunermend û dîsa nûnerên partiyên siyasî yên Başûr û malbatên şehîdan çûn serdana merasîmê, sersaxî, hevxemî û piştevaniya xwe ya bi berxwedana gelê Rojava ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ragihandin.

DAIŞ ji bo cîhanê tehlûke ye

Bi tevlîbûna dayikên şehîdan û bi dehan welatiyên Rojava li ber derê avahiya nûnertiyê daxuyaniyek hate dayîn.

Li ser navê nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûr Nûrşen Hesen daxuyanî da. Nûrşen Hesen got, “Gelê me serketineke dîrokî tomar kir.”

Nûrşen Hesen da zanîn ku êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê, pîlaneke qirêj û pirralî ye û bi taybetî destê dewela Tirk di nav de heye:

“Armanca vê êrişê kontrolkirina Hesekê û aramiya herêmê bû. Berxwedana QSD’ê û gel, ev pîlan têk bir. DAIŞ ji bo cîhanê hemûyî xeter e, divê dadgeheke navdewletî bê avakirin yan jî her welat çeteyên xwe bibe û bi xwe dadgeh bike.”

Nûrşen Hesen anî ziman ku ji ber ku heta niha ev pirsgirêka DAIŞ’ê çareser nebûye, DAIŞ’ê li Hesekê êriş kiriye û di heman demê de tevgera DAIŞ’ê li Iraq û Herêma Kurdistanê zêde bûye û aramiya herêmê dixe xeterê.

Başûr bila hewl bide li dijî DAIŞ´ê

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê, Nûrşen Hesen anî ziman ku di nava du rojan de gelek aliyên siyasî, saziyên sivîl, kesayetên rewşenbîr, hiqûqnas çûne serdana merasîmê, hevxemî û piştevaniya xwe parvekirine û dane nîşan ku şehîdên Berxwedana Gurzê Gelan, şehîdên Kurdistan û mirovahiyê hemûyî ne.

Nûrşen Hesen bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamena Kurdistanê û aliyên siyasî kir da ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û pêşiyê li vê karesatê bigirin.

Herî dawî Nûrşen Hesen malavahiya alî û kesayetan hemûyan kir yên ku çûne serdana merasîmê û xema wan parvekirine.

Merasîma du rojan bi gotina dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Berxwedana Hesekê’ dawî bû.

SILÊMANÎ