- "Hevrêyên me Delîl, Rûhal û Şervan, bi rengekî destanî li ber xwe dan, bûn lehengên pêşeng ên Botanê."
HPG'ê nasnameya şehîdên Gabarê eşkere kir û got, "Hevrêyên me Delîl, Rûhal û Şervan, ku li dijî teknîk û çeteyên paramîlîter ên artêşa Tirk a dagirker bi rengekî destanî li ber xwe dan, bûn lehengên pêşeng ên Botanê."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser 3 gerîlayên li herêma Gabarê şehîd bûn wiha ye:
"Di daxuyaniya 31'ê Tîrmehê de me ragihandibû ku 13'ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li qada Çiravê ya li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê dest bi tevgereke dagirkeriyê kiribû û di vê operasyonê de 3 hevalên me şehîd bûbûn. Nasnameya hevalên weha ye: Halîs Aka bi nasnav Delîl Herekol ê li Mêrsînê ji dayik bûye. Rîhan Muhammed bi nasnav Delîl Herekol a li Amûdê ji dayik bûye û Ehmed Kavas bi nasnav Şervan Botan ê li Kobanê ji dayik bûye.
Hevrêyên me Delîl, Rûhal û Şervan, bi rengekî destanî li ber xwe dan, bûn lehengên pêşeng ên Botanê.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin û xeyalên jiyana azad a bi Rêber Apo re pêk bînin."
ANF/BEHDÎNAN