• HPG’ê diyar kir ku di 2’ê Îlonê de gerîlayên bi navê Gelî Bêrîtan û Canşêr Fedakar li Deşta Silopiyayê şehîd bûne.

HPG’ê diyar kir ku di 2’ê Îlonê de gerîlayên bi navê Gelî Bêrîtan û Canşêr Fedakar li Deşta Silopiyayê şehîd bûne û nasnameya wan diyar kir.
Daxuyaniya HPG’ê weha ye:
“Hêzên me di 2’ê Îlonê de li Deşta Silopiya ya Şirnexê dema li ser peywira xwe bûn, rastî artêşa Tirk a dagirker hatin. Li vê derê şerek çêbû û gelek dagirker hatin cezakirin. Di şer de hevrêyên me Kemal Selimî bi nasnav Gelî Bêrîtan ê li Selmasê ji dayik bûyî û Osman Selçûk bi nasnav Canşêr Fedekar ê li Şirnexê ji dayik bûyî şehîd bûn.
Hevrêyê me Gelî li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û piştî temenekî ciwan li dijî dagirker û faşîstan dest bi têkoşînê kiriye û di sala 2008’an de tevlî nav refên Gerîlayên Azadiyê bûye. Hevrê Gelî ji eşîra Şikakî ye ya ku xwedî karakterekî berxwedêr e. Hevrê Gelî heman ruhê berxwedêr û şoreşger bi felsefeya Rêber Apo xurt kiriye û di nava demeke kurt de bûye fermandarekî gerîla.
Hevrêyê me Canşêr jî li Cizîra berxwedêr ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Botan her dem bûye hedefa qirkirina dewleta Tirk û di heman demê de li dijî faşîzmê jî bûye qadeke ku welatparêzî lê geş bûye.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê peywirên hevalên xwe yên şehîd bi cih bînin û di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin.”

BEHDÎNAN