HPG'ê 3 gerîlayên ku sala 2017'an li Cûdî şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em soz didin ku ala têkoşînê ya ku şehîdên me yên leheng radestî me kirine bi serketina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê tacîdar bikin." 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser 3 gerîlayên şehîd bûne wiha ye: "15'ê Tîmeha 2017'an li herêma Cûdî ya Botanê, di êrişa dewleta Tirk a mêtinger de li qada Gundik Remo, ji milîtanên pêşeng ên gelê me hevrê Mahsûm Aslan bi nasnav Serhildan Amed ê li Amedê ji dayik bûyî, Mehmet Saît Guneş bi nasnav Serdem Sorî yê li Sêrtê ji dayik bûyî û Mûsa Saîn bi nasnav Rûbar Çirav ê li Sêrtê ji dayik bûyî, şehîd bûn. Di salvegera şehadeta wan de em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku ala têkoşînê ya ku şehîdên me yên leheng radestî me kirine bi serketina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê tacîdar bikin."

ANF/BEHDÎNAN