- HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên YJA Star û HPG'ê yên 14'ê Tîrmehê li Heftenînê di şer de şehîd bûn eşkere kir û ew bi bîr anîn.
HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên YJA Star û HPG'ê yên 14'ê Tîrmehê li Heftenînê di şer de şehîd bûn eşkere kir û ew bi bîr anîn.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"Di daxuyaniya xwe ya 14'ê Tîrmehê de me ragihandibû ku li qada Heftenînê di çalakiyan û şer de, hêzên me li qada Bektoryayê li mintiqeyên Tepê Kartal û Şehîd Bîrhat derbên giran li dagirkeran dan, dagirkeran bombardûman li qadê kirin û di şer de hevrêyên me Mûrat Akman bi nasnav Şoreş Serkeft ê li Mûşê ji dayik bûyî, Zahîde Şîmşek bi nasnav Zeynep Amanos a li Hatayê ji dayik bûyî, Yilmaz Ozlu bi nasnav Gever Hakkarî yê li Edeneyê ji dayik bûyî û Omer Eker bi nasnav Hozan Farqîn ê li Amedê ji dayik bûyî, bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.
Hevrêyên me Şoreş, Zeynep, Gever û Hozan bi ruhê Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a qirker mêtinger rawestandin. Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin.
Di serî de malbatên hêja yên wan ên welatparêz em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê armanca wan bi ser bixînin."
ANF/BEHDÎNAN