Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 3 gerîlayên ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê û navçeya Elbakê ya Wanê di dawiya meha Tebaxê de şehîd bûn, bi bîr anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 3 gerîlayên ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê û navçeya Elbakê ya Wanê di dawiya meha Tebaxê de şehîd bûn, bi bîr anîn.
Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Di sibeha 31'ê Tebaxê de li qada Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemergê, li derdora gundê Guzereşê di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimî. Di şer de artêşa Tirk a dagirker derbên giran ji hêzên me xwar û êrişeke giran a hewayî bir ser herêmê. Di êrişa hewayî de hevalê me Merwan şehîd bû, hevrêyê me Sînan jî birîndar bû. Hevrêyê me Sînan ku li dijî hêzên dagirker ên xwestin li qadê bi pêş ve biçin heta fîşeka dawî şer kir, ji bo dîl nekeve destê dagirkeran bi fîşeka xwe ya dawî xwe şehîd xist. Nasnameya gerîlayên şehîd bûn wiha ne: Aytaç Aydemir bi nasnav Merwan Dêrik li Amedê ji dayik bûye û Savaş Temel bi nasnav Sînan Demhat ê li Colemêrgê ji dayik bûye.
Herweha HPG'ê ragihand ku li Elbakê jî gerîlayek şehîd bûye: "25'ê Tebaxê li navçeya Elbak a Wanê li qada Sipirizê di navbera hevalê me yê bi erka xwe radibûn û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Hevalê me Bariş Demir ê bi nasnav Husên Başkale ê li Wanê ji dayik bûye heta fîşeka dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû."
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên leheng ên şehîd bûn serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna şehîdan a pîroz derkevin."