HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûne eşkere kir û diyar kir, ku hevrêyên wan ên şehîd bûne bi bawerî û ruhê fedayî, bi berxwedana xwe têkoşîna azadiyê gaveke din nêzî serketinê kirine.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"Di daxuyaniya xwe ya 18'ê Îlona 2020'î de me ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker 15'ê Îlonê li zozanê Beytanê yê navenda Colemêrgê dest bi tevgereke dagirkeriyê kiriye, di şerê giran û êrişên hewayî de hevrêyên me Leyla Acar bi nasnav Eylem Rojen a li Wanê ji dayik bûyî, Foza Badir bi nasnav Dîlan Koçer a li Dêrikê ji dayik bûyî û Hamît Kartal bi nasnav Nûman Amed ê li Amedê ji dayik bûyî şehîd bûne.
Hevrêyên me ku bûn mînaka hevrêtiya bedew, milîtaniya leheng û sekna bi biryar, ji bo li Bakurê Kurdistanê derbê li şerê dewleta Tirk a dagirker bixin. Hevrêyên me li her devera Kurdistanê bûn nûnerên leheng ên berxwedanê. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyên me bi ked û biryardariyeke mezin ji me re hiştin ji bo me talîmata serketinê ye. Serxistina têkoşîna me ya esîl a ku hevrêyên me yên şehîd ên leheng di oxira wê de canê xwe feda kirin, perspektîfa me ya bingehîn e.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne Eylem, Dîlan û Nûman em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd bi serketinê tacîdar bikin."
Şehîdên Botanê