Şehîdên Bestayê
Duşem 7 Hezîran 2021 - 04:18
HPG'ê nasnameya şehîdên Bestayê ragihand û got,"Hevrêyên me piştî ku derbên giran li dagirkeran dane bûne stêrik, li nav rûpelên hêja yên dîroka têkoşîna me cihê xwe girtine."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayên ku 8'ê Nîsanê li Bestayê şehîd bûn, ragihand.
Di daxuyaniya HPG'ê de wiha hate gotin: ''Di daxuyaniya xwe de ya 24'ê Gulana 2021'an me ragihandibû ku li qada Bestayê di navbeyna 5-8'ê Nîsanê de dewleta Tirk qada Mewîjka, Gîvara, Şehîdê Diyana pir zêde bombebaran kiriye, operasyoneke berfireh daye destpêkirin û şerekî giran rûdaye. Me bi gelê xwe û raya giştî re par ve kiribû dema operasyonê gelek dagirker hatine cezakirin û di şer de hevrêyên me Nahîde Eslîomerî bi nasnav Dîlan Serdar a li Selmasê ji dayik bûyî, Yucel Yildiz a bi nasnav Hebûn Zozan a li Wanê ji dayik bûyî, Esra Atici bi nasnav Hêvî Firat a li Kocaeliyê ji dayik bûyî, Xerîb Dalî bi nasnav Ezda Dilbirîn a li Kobanê ji dayik bûyî, Vedat Oklu bi nasnav Tolhildan Zevkî yê li Wan ji dayik bûyî û Yildiz Bahadir bi nasnav Mizgîn Çekdar ê li Edeneyê ji dayik bûyî bi awayekî fedaî şer kirine û şehîd bûne.
Di serî de malbatên welatparêz ên hevrêyên me Dîlan, Hebûn, Hêvî, Ezda, Tolhildan û Mizgîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên leheng bi serketinê tacîdar bikin."
ANF/BEHDÎNAN