Şehîdên berxwedana Xakurkê

Çarşem 12 Çile 2022 - 22:27

  • HPG'ê 5 gerîlayên di 13'ê Çileyê 2016'an de li Xakurkê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.

HPG'ê 5 gerîlayên di 13'ê Çileyê 2016'an de li Xakurkê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "13'ê Çileyê 2016'an li qada Şehîd Bêrîtan a herêma Xakurkê di êrişên artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Avaşîn, Sîpan, Mahîr, Rêzan û Cesûr bi îradeyeke mezin şer kirin, bi çalakiyên xwe derbên giran li dijmin xistin û şehîd bûn.”

HPG´ê ji bo şehîd Avaşîn Faraşîn got, “Hevrêya me Avaşîn li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji dayik bû. Hevrêya me Avaşîn sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû û ji roja destpêkê ve sekneke bi biryar nîşan da, li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo her roj hewl da xwe bi pêş bixe û şareza bibe. Bi sekna xwe ya bi pîvan û durust a li nava jiyanê tevkarî li bipêşketina hevrêyên xwe kir û di dilê her hevrêyên xwe de cih girt.”

HPG´ê ji bo şehîd Sîpan Tendurek got, “Hevrêyê me Sîpan têgihişt ku berxwedana herî mezin û bi wate bi têkoşîna gerîla dibe û biryar da beşdarî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Sîpan li nava refên gerîla di demeke kurt de gihîşt asta hînbûyî û hînkariyê û bi vî rengî bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Sîpan bi coş û kelecaneke mezin wezîfeyên xwe yên milîtaniya Apoyî bi cih anî û bû milîtanekî bi mînak.”

HPG´ê ji şehîd Mahîr Jiyan got, “Hevrêyê me Mahîr bi eslê xwe ji Bedlîsê ye û li Stenbolê ji dayik bû. Sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mahîr her tiştê li çiyayên Kurdistanê û li nava jiyana gerîla hîn bû, her kêliya jiyanê ji bo xwe bi wate dît. Hevrêyê me Mahîr bi wêrekî û fedakariya xwe bû milîtanekî pêşeng ku ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak hate dîtin.

HPG´ê ji şehîd Rêzan Kiçî got, “Hevrêyê me Rêzan zilma dijmin a li gelê me ti carî qebûl nekir û beşdarî nava refên gerîla bû. Di nava jiyana gerîla de herî zêde ruhê hevrêtiyê yê gerîla bandor li hevrêyê me Rêzan kir û bi rengekî fedayî tevlî nava jiyanê bû. Roj bi roj xwe bi pêş xist, di çarçoveya pîvana bipêşketinê de her tim hewl da têkoşîna gerîla mezin bike.”

HPG´ê ji bo şehîd Cesûr Colemêrg jî got, “Hevrêyê me sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Cesûr azadiya Rêber Apo û gelê me ji xwe re kir armanca sereke. Wî li qada leşkerî xwe bi pêş xist û her tişta ku hîn dibû dixist pratîkê. Hevrêyê me Cesûr di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû milîtanekî mînak.”

HPG´ê ji malbatên şehîd Avaşîn, Sîpan, Mahîr, Rêzan û Cesûr û gelê Kurd re sersaxî xwest. Nasnameya gerîlayan jî wiha hat eşkerekirin:

- Avaşîn Faraşîn (Leyla Urun) a li Şirnexê ji dayik bûye, keçe Muzeyyen û Omer, 13'ê Çileyê 2016´an li Xakurkê şehîd bû.

- Sîpan Tendurek (Vahyettîn Gullîçîmen) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Dîlkes û Celalettîn, 13'ê Çileyê 2016´an li Xakurkê şehîd bû.

- Mahîr Jiyan (Adem Bûrankaz) ê li Stenbolê ji dayik bûye, kurê Mahfûze û Mehmet Alî, 13'ê Çileyê 2016´an li Xakurkê şehîd bû.

- Rêzan Kiçî (Çetîn Ebem) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Ayşe û Reşît, 13'ê Çileyê 2016´an li Xakurkê şehîd bû.

- Cesûr Colemêrg (Îshak Sayin) ê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Gullî û Hacî, 13'ê Çileyê 2016´an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.