Şehîdên berxwedana Garê

Sêşem 23 Sibat 2021 - 01:42

HPG'ê nasnameya gerîlayên li Garê di êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me yên şehîd bûne, perspektîfa têkoşînê ya ber bi azadiya Rêbertî û welatê me ve, pêşkêşî me kirine." 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayên li Garê di êrişa dagirkeriyê de şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye: "Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel di daxuyaniya xwe ya 17'ê Sibatê de encam û bîlançoya êrişa dagirkeriyê ya 10-13'ê Sibatê ya li ser Garê bi raya giştî û gelê me re parve kiribû û diyar kiribû ku nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne dema ku eşkere bû wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wisa ye: Kamûran Ataman bi nasnav Şoreş Beytuşebab ê li Şirnexê ji dayik bûye, Nedîm Kiliç bi nasnav Cûdî Serhat ê li Qersê ji dayik bûye, Ergîn Dûrmûş bi nasnav Bawer Elkê yê li Şirnexê ji dayik bûye, Erselan Xanîzade bi nasnav ERdal Rojhilat ê li Kotolê ji dayik bûye, Sefkan Kaya bi nasnav Argeş Ronî yê li Mêrdînê ji dayik bûye, Gokhan Kol bi nasnav Avareş Van ê li Wanê ji dayik bûye, Bayram Elhaman bi nasnav Rojhat Mûsyan ê li Amedê ji dayik bûye, Emrah Ordû bi nasnav Xeyrî Çewlîk ê li Çewlîkê ji dayik bûye, Ewnî Mehmûd bi nasnav Delîl Kobanî yê li Kobanê ji dayik bûye, Cebbar Îsmaîl Muhammed bi nasnav Xabûr Dêrik ê li Dêrikê ji dayik bûye, Îbrahîm Muhammed Osman bi nasnav Rêber Kobanî yê li Kobanê ji dayik bûye, Hogir Nesan bi nasnav Seydo Refîk ê li Efrînê ji dayik bûye, Ferhat Aslan bi nasnav Seyfî Polat ê li Wanê ji dayik bûye û Mehmet Alî Algor bi nasnav Arhat Amed ê li Wanê ji dayik bûye. 

Xwe li ser êsîran kirin

Êrişa dagirkeriyê ya li ser herêma Garê ku 10'ê Sibatê serê sibehê dest pê kir û şeva 13'ê Sibatê bi reva artêşa Tirk bi dawî bû, di encama berxwedana lehengî ya hevrêyên me yên şehîd bûn, li qada cengê derbeke giran li artêşa Tirk hate xistin, bêvila artêşê bi erdê re hate kişandin û dersa dîrokî jê re hate dayin.

10'ê Sibatê yek ji fermandarên ku herî zû bi êrişa dagirkeriyê hesiyan, berpirsyarê kampa êsîran hevrêyê me Şoreş Beytuşşebap bû. Dema ku pê hesiya, cihê ku dijminê dagirker xwe lê danî tespît kir û tevî hevrêyên xwe derba destpêkê li dijmin xistin. Dagirkeran dema ku derba destpêkê xwarin xwe vekişandin û kampa êsîran bi balafirên şer bombe kirin. Hevrêyên me yên li kampa êsîran di bin bombardûmaneke giran de ji bo parastina kampa êsîran û parastina êsîran, îrade û wêrekiyeke mezin nîşan dan, derb li dijminê dagirker xistin û bi rojan bi rengekî bêeman şer kirin. Dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî şervaniya şareza û îradeya Apoyî ya qewîn a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare ma, careke din rûyê xwe yê namerdane nîşan da û bi rengekî namerdane sê rojan bombardûmaneke giran li kampa êsîran kir, piştre jî gaza kîmyewî bi kar anî û bi vî rengî hewl da encamê werbigire. Hevrêyên me Cûdî Serhat, Bawer Elkê, Erdal Rojhilat, Argeş Ronî û Avareş Wan di bin fermandariya fermandarê mezin hevrê Şoreş Beytuşşebap de heta kêliya dawî li ber xwe dan, dijminê dagirker bi rengekî dîrokî têk birin, derseke mezin dan dijminê dagirker. Di encama vê berxwedana destanî ya li kampa êsîran hevrêyên me şehîd bûn.

Malbatên hêja yên şehîdên qehreman di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.