HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li qada Govendê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me Delîl, Nalîn, Rodî û Şoreş bi îradeya xwe ya xurt, bi têkoşîna xwe rêya me ya serketinê ronî kirin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 4 gerîlayên par li qada Govendê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
"4'ê Mijdara 2020'î li qada Govendê ya herêma Avaşînê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Mehmet Bariş Kûrtûm bi nasnav Şoreş Têkoşer ê li Sêrtê ji dayik bûyî, Îlhan Bîlge bi nasnav Delîl Bagok ê li Mêrdîn ji dayik bûyî, Tûncay Yaşar bi nasnav Rodî Serhat ê li Mûşê ji dayik bûyî û Nalîn Şehwan bi nasnav Nalîn Zîlan bi lehengiyeke mezin şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Hevrêyên me bi hişmendiya xwe ya têkoşîn û berpirsyarî, bi feraseta milîtaniya fedayî ya Apoyî wezîfeyên xwe hemû bi rengekî mezin bi ser xistin. Hevrêyên me Delîl, Nalîn, Rodî û Şoreş bi îradeya xwe ya xurt rêya me ya têkoşînê ya ber bi serketinê ronî kirin.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin, diyar dikin ku mîrateya têkoşînê û bîranîna şehîdên me yên leheng hinceta me ya jiyanê ye. Têkoşîna me wê heta serketinê dewam bike."
ANF/BEHDÎNAN