Şehîdên Avaşînê 

Duşem 14 Hezîran 2021 - 03:31

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê pênc gerîla bi bîr anîn ku li herêma Avaşînê di meha Gulanê de ji aliyê dewleta Tirk ve bi çeka kîmyewî hatin qetilkirin. 

HPG'ê daxuyaniyek weşand û tê de got: “Li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a li qada Aris Faris a herêma Avaşînê, di 6, 7 û 8'ê Gulanê de hêzên me bi xurtî li ber xwe dan. Di vê berxwedana sê rojan de, bi rê û rêbazên cihêreng derbên giran li dagirkeran hate xistin. Komek ji hevrêyên me biryar dan ku li çeper û tunelên şer bimînin û bi rengekî fedayî heta kêliya dawî li ber xwe dan. Dewleta Tirk a faşîst û namerd, ku li hemberî îradeya xurt û fedayîtiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nekarî encamê bi dest bixe, careke din çeka kîmyewî bi kar anî û hevrêyên me bi rengekî namerdane qetil kirin. Bi fermandariya hevrê Ayşe Kapar bi nasnav Amara Cûdî ya li Etrûşê ji dayik bûyî, hevrê Dîcle Omer Ehmed a bi nasnav Diyana Marîa ya li Dêrikê ji dayik bûyî, Bahar Nas bi nasnav Jîn Yilmaz a li Sêrtê ji dayik bûyî, Şervan Ozkan bi nasnav Rûbar Marûfî yê li Colemêrgê ji dayik bûyî û Sarya Mehmûd a bi nasnav Sarya Çiya ya li Şamê ji dayik bûyî, bi wêrekiyeke mezin pêşengî kirin, şehîd bûn.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin. Em ê her tim li ser şopa xet, armanc û bîranîna şehîdan bin û ji bo tola wan hilînin em soz didin ku têkoşînê mezin bikin."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.