Şehîdên Avaşînê 

Çarşem 9 Hezîran 2021 - 03:57

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Ronahî, Nesrîn, Berfîn, Marya, Demhat û Devran, cihê xwe di nava nemirên Kurdistanê de girtin û bûn sembola nemir a paşeroja azad a gelê me." 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye: "Operasyona dagirkeriyê ku dewleta Tirk a mêtinger şeva 23'ê Nîsanê da destpêkirin, ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve bi xeta Berxwedanê ya Zindana Amedê hate pêşwazîkirin û daxwazên mêtingeran careke din di ber wan de hate hiştin. Bersiva ku li Mamreşo ji mêtingeran re hate dayin bû efsane û cihê xwe di dîroka bi rûmet a Kurdistanê de girt. Dagirkerên ku li Zap, Avaşîn û Metînayê di her gavê de li bersiva gerîla rast tên, careke din bi têkçûnê re rû bi rû man. Hevrêyên me Ayşe Atagoren bi nasnav Ronahî Axîn a li Amedê ji dayik bûyî, Bedîa Çakmakçî ya bi nasnav Nesrîn Gever a li Colemêrgê ji dayik bûyî,  Nergiz Ertaş bi nasnav Berfîn Xeyrî Botan a li Mersînê ji dayik bûyî, Nergiz Pîtek bi nasnav Marya Aram a li Mêrdînê ji dayik bûyî, Mazlûm Baran bi nasnav Devran Ekîn ê li Çewlîkê ji dayik bûyî û Rêbîn Omer bi nasnav Demhat Bahoz ê li Hewlêrê ji dayik bûyî, hîn ji kêliya destpêkê ve cihê xwe li refên pêş girtin û derbên giran li dagirkeran dan, tevlî nava karwanê nemiran ê Kurdistanê bûn, veguherîn sembola nemiran a paşeroja azad a gelê me.

Malbatên hêja yên hevrêyên me yên qehreman Ronahî, Nesrîn, Berfîn, Marya, Devran û Demhat di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku wê bîranîna van hevrêyên me yên qehreman her dem di têkoşîna me de bijî."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.