HPG'ê gerîlayên YJA Starê Amara Ronahî (Muzeyyen Aydinli) û Doga Rizgar (Eylem Moço) yên 3'ê Cotmehê li Amedê şehîd bûn bi bîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û nasnameya gerîlayên HPG'ê Amara Ronahî û Doga Rizgar ên 3'ê Cotmehê li bejahiya Amedê şehîd bûn eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye: "Artêşa Tirk a dagirker piştî ku 3'ê Cotmeha 2020'an li mintiqeya Horselê ya qada Şehîd Serxwebûn a Amedê bombardûmaneke giran kir, 4'ê Cotmehê bi helîkopteran hêzên xwe danî herêmê û dest bi tevgereke dagirkeriyê kir. Ev tevger êvara 4'ê Cotmehê bi vekişîna hêzên dagirker bi dawî bû. Ji ber bombardûman û şer hevrêyên me Muzeyyen Aydinli bi nasnav Amara Ronahî ya li Batmanê ji dayik bûyî û Eylem Moço bi nasnav Doga Rizgar a li Amedê ji dayik bûyî şehîd bûn.
Weke şopdarên Amara û Doga, em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên şehîd ên leheng bi ser bixînin û di serî de ji malbatên şehîdên xwe yên leheng, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."
ANF/BEHDÎNAN