Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê sê gerîlayên li navçeya Hassa ya Hatayê di meha Tebaxê de ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûn bi bîr anî.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"22'ê Tebaxê li qada Dindikê ya navçeya Hassa ya Hatayê, ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker, hevrêyên me Cîhan Erbaş bi nasnav Huseyîn Firat ê li Meletiyê ji dayik bûyî, Şefîk Korman bi nasnav Alî Norşîn ê li Bedlîsê ji dayik bûyî û Serhat Aykûl bi nasnav Cîger Amed ê li Amedê ji dayikbûyî, şehîd bûn.
Hevrêyên me Huseyîn Firat, Alî Norşîn û Cîger Amed di têkoşîna xwe de mohra xwe danîn binê serketinên mezin û wê weke lehengên gelê Kurd bên bîranîn. Em ê ala wan a têkoşînê bilind bikin, bi serketinê tacîdar bikin û li Kurdistana Azad xwedî li bîranîna wan derkevin.
Di serî de malbatên hêja yên şehîdên me yên leheng em sersaxiyê ji gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wan derkevin."
ANF/BEHDÎNAN