Komîteya Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku di 2’ê Sibata 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê artêşa Tirk a dagirker êrişeke hewayî kiribû û di vê êrişê de gerîlayên bi navê Rênas, Mazlûm, Zerdeşt û Egîd şehîd bûne. 

Komîteya Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku di 2’ê Sibata 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê artêşa Tirk a dagirker êrişeke hewayî kiriye û di vê êrişê de Omer Aydin bi nasnav Rênas Aydin ê li Sêrtê ji dayik bûyî, Îsmaîl Kaya bi nasnav Zerdeşt Kurdwan ê li Wanê ji dayik bûyî, Memdûh Yardimci bi nasnav Egîd Raperîn ê li Agirî ji dayik bûyî û Muhammed Ebdo Ebdulmenal Huseyin Ebdo bi nasnav Mezlûm Efrîn şehîd bûne.

Di vê rêya şoreşê de ku bi ruhê şehîdan em dimeşin; hevrêyên me Rênas Aydin, Zerdeşt Kurdwan, Mazlûm Efrîn û Egîd Raperîn bi perspektîfa neteweya demokratîk rêya çareseriyê li Rojhilata Navîn nîşan didin. Em soz didin wan ku bi şiyara Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad bi coş û moraleke mezin em ê karên xwe yên ji bo avakirina şoreşê xurt bikin û bibin hêjayî şehîdên xwe. Em soza xwe dubare dikin ku em ê pêngava 'Kurdistana Azad û Rêbertiyê Azad' bi ser bixînin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe û malbatên hevrêyên xwe yên şehîd re dixwazin.”

ANF/BEHDÎNAN