HPG’ê gerîlayê HPG’ê Partîzan Semsûr (Ramazan Topaloglû) bi bîr anî ku di 15’ê Mijdarê de li Zê şehîd bû.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye: ”Di daxuyaniya xwe ya 16’ê Mijdara 2020’î de me ragihandibûn ku 15’ê Mijdarê dema ku artêşa Tirk a dagirker ji gundê Nêrwe hewl dida ber bi qada Tîpa T bi pêş ve biçe, hêzên me ji nêz ve li dagirkeran xistin û di encamê de 3 dagirker ceza kirin. Hevrêyê me Ramazan Topaloglû bi nasnav Partîzan Semsûr ê li Semsûrê ji dayik bûyî, li dijî dagirkeran bi rêbaza fedayî û lehengiyeke mezin şer kir, tevlî nava karwanê cangoriyan bû.
Hevrêyê me li gelek herêmên cuda berpirsyarî û erkên cuda da ser milê xwe û bi serketineke mezin û daxwazeke xurt a têkoşînê ev berpirsyariyên xwe bi cih anî. Berxwedana şehîdê me yê leheng bû mînaka rêbaza lêdana tûj a gerîlayê serdema nû û kesayetiya milîtaniya fedayî ya Apoyî. Ruhê berxwedana fedayî yê hevrêyê me Partîzan wê her tim rêya serketinê nîşan bide û bibe çavkaniya têkoşîna me.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd em sersaxiyê ji xelkê Semsûrê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê bi daxwaza têkoşînê ya şehîdên me yên leheng ber bi serketinê ve bimeşin.”
ANF/BEHDÎNAN