HPG'ê ragihand ku 14'ê Hezîranê li Xerzanê Samet İçyer (Zerdeşt Navdar) şehîd bûye û got, ''Hevrêyê me xwedî sekneke îdeoloîk, bi pîvanên xwe zelal bû, hîseke mezin a pêbaweriyê dida hevrêyên xwe û siberoja wî ronak bû.''
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî gerîlayê ku li Xerzanê şehîd bûyî got: ''12'ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li qada Şehîd Mizgîn a Eyaleta Xerzanê operasyonek daye destpêkirin û ev operasyon heta 15'ê Hezîranê dom kiriye. Di vê operasyonê de zarê hêja yê Xerzanê û fermandarê dilêr hevrêyê me Samet Îçyer bi nasnav Zerdeşt Navdar ê li Adilcewazê ji dayik bûye 14'ê Hezîranê şehîd bûye.
Hevrêyê me bi pratîk û tecrûbeya ji perwerdehiya partiyê standî û hûrbûneke xurt ji bo ku xeta gerîlayê serdema nû li bakurê Kurdistanê pratîk bike, ji bo ku weke fermandarekî zîrek ê Apoyî pêşengî bike berê xwe da xaka Xerzanê. Hevrêyê me Zerdeşt Navdar ku hêviyên mezin dida 14'ê Hezîranê bi bombebaranê şehîd bû. Meşa şoreşê ya Apoyî ku hevrêyê me Zerdeşt bi lehengî, bênavber û bêdudilî domandî her demê ji aliyê me hevrêyên wî ve wê mînak were dîtin. Bîranîn û xeyalên wî bi serfiraziya meşa me ya Kurdistana Azad, Rêbertiya Azad herdem bijîn.
Li ser vî esasî di serî de malabata hêja ya welatparêz a hevrêyê me yê leheng, sersaxiyê ji xelkê Xerza û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.’’
ANF/BEHDÎNAN