HPG'ê gerîla Betul Yildiz (Çirav Avesta) bi bîr anî ku sala 2016'an li Amedê şehîd bû û got, "Di serî de malbata welatparêz a hêja ya hevrêya me ya şehîd bû, em sersaxiyê ji xelkê Êrsê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin." 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "Hevrêya me Betul Yildiz bi nasnav Çirav Avesta ya li Sêrtê ji dayik bûyî, dema ku li eyaleta Amedê bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bû.

Hevrêya me Çirav ku milîtaneke fedayî, ciwan û paşeroja wê ronî bû, her wiha li ber fermandarbûyîneke mezin bû, 27'ê Hezîrana 2016'an li eyaleta me ya Amedê dema ku bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bû.

Di serî de malbata welatparêz a hêja ya hevrêya me ya şehîd bû, em sersaxiyê ji xelkê Êrsê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

ANF/BEHDÎNAN