Cenazeyê Zinar Efrîn ê ku roja 16’ê Nîsanê li ser rêya Hesekê-Dêrazorê hatî qetilkirin, li Helebê bi merasîmekê hate veşartin. 

Zinar Efrîn Şêwirmendê Rêveberiya Xweser ê xeta Rojhilat a herêma Dêrazorê û endamê Partiya Sûriya Paşerojê bû. Zinar Efrîn di 16’ê Nîsanê de li ser rêya Xurafî ya navbera bajarê Hesekê û Dêrazorê ji aliyên komek çete ve hate qetilkirin.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şehîd Zinar Efrîn ji pêşiya nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa

Şêxmeqsûdê girt û ber bi goristana Şehîdan a herêma Şiqêf ve bir. Cenazeyê şehîd Zinar bi dirûşmeyan hate veşartin.

HELEB