Ji bo gerîlayê HPG’ê Zerdeşt Başûrî li Taxa Silêmaniyê Bekirecoyê konê sersaxiyê hate danîn û gerîla Zerdeşt hate bibîranîn. Zerdeşt Başûrî 24’ê Gulana 2023’an li Zapê şehîd bûbû.
Endamên Komîteya Malbatên Şehîdên PKK´ê ya Başûr, Tevgera Azadî û bi dehan welatparêzên Silêmaniyê sersaxî ji malbata şehîd Zerdeşt Başûrî re xwest.
Girseyeke qelebalix bi wêneyên şehîd û dirûşmên ‘Şehîd namire’ û ‘Bijî Serok Apo’ heta ber derê malê meşiyan û ji bo giyanê şehîdan deqîqeyekê rêz hate girtin.
Piştre, li ser navê malbatê birayê şehîd Agir Mihemed axivî û got, “Bila dijmin kêfxweş nebe, em ê çeka şehîd li erdê nehêlin. Divê keç û xortên Kurd berê xwe bidin çiyayên azad.”
Birayê şehîd zerdeşt, nameya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG´ê ya ji bo malbata şehîd Zerdeşt xwend.
Li ser navê Tevgera Azadî, Hecî Azad sersaxî ji malbata şehîdî re xwest û got, heta serketinê ew ê têbikoşin.
Piştî axaftinan bi yek dengî dirûşma ‘Şehîd Namirin’ hate gotin. Şîna li konê sersaxiyê wê du rojan bidome.
ANF/SILÊMANÎ