HPG'ê gerîla Firat Sevînç (Xwînrêj Êrîş) bi bîr anî ku sala 2016'an ji ber qezayekê şehîd bû. HPG'ê sersaxî ji malbata wî, xelkê Geverê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye: "Li Herêmên Parastinê yên Medyayê 12'ê Kanûna 2016'an hevrêyê me Firat Sevînç bi nasnav Xwînrêj Êriş ê li Geverê ji dayik bûyî, dema ku bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bû.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd ê leheng em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Geverê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe yên ebedî bi serketinê tacîdar bikin.
ANF/BEHDÎNAN