HPG'ê gerîla Arafat Balta bi nasnav Şerzan Baz û Ramazan Uçdag bi nasnav Mervan Amed ên ku salên 2017 û 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk şehîd bûn, bi bîr anî. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî dan:
"20'ê Sibata 2017'an li qada Sêgirê ya Amediyê, ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker, hevrêyê me Arafat Balta bi nasnav Şerzan Baz ê li Amedê ji dayik bûye û Ramazan Uçdag bi nasnav ê li Amedê ji dayik bûye, tevlî nava karwanê nemiran bûn.

Dijminê xwe nas bikin

Sala dawî bi destê partiya şerê taybet AKP a faşîst, hin malbatên gerîla hatin xapandin, ji vê rastiya dîrokî hatin dûrxistin, ji bo vegera zarokên xwe bûn amûrek ji lîstika MÎT'ê re û bi rûniştina li ber avahiya HDP'ê welatparêziya xwe gemarî kirin. Bila malbatên li wê derê baş zanibin, ku xiyaneta li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û xiyaneta li doza bi rûmet a gelê Kurd tê wê wateya rûreşiyê û jiyaneke lanetbûyî. Divê bê zanîn ku ti ji ciwanên Kurd ên bi rûmet û milîtanên Apoyî yên bûne xwedî hişmendiya azadiyê wê xwe nedin ber vê yekê û bi dehan salan li wir bisekinin jî wê qet nikaribin encamê bi dest bixin. 
Hevrêyên me Şerzan û Mervan ku bûn xwedî têgihiştina vê rastiyê û xwe gihandin îradeya milîtaniya fedayî ya Apoyî, li çiyayên Kurdistanê têkoşiyan. Her du hevrêyên me rûyê rast ê dewleta Tirk a qirker û mêtinger dîtin û ji paytexta Kurdistanê Amedê tevlî nava refên gerîla bûn ku ev rê ji bo ciwanên Kurd hemûyan rêyan herî bi rûmet e. 

Li zarokên xwe xwedî derkevin

Em bang li malbatên her du hevrêyên xwe dikin ku vê rastiyê bibînin, rastiya dijmin nas bikin û bi rengekî rast xwedî li bîranînên leheng û têkoşîna zarokên xwe derkevin. Her du şehîdên me lehengiyeke welê nîşan dan ku em û gelê Kurd wê her tim bi serbilindî wan bi bîr bînin, bi wan serbilind bin û bîranîna wan bikin hinceta têkoşînê, bikin ku têkoşîn teqez bi ser bikeve.

Li ser vî esasî em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, ji hemû malbatên şehîdan, gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe ya dilsoziya bi armancên şehîdan re dubare dikin."

ANF/BEHDÎNAN