Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Rêzan Botan û Bawer Botan bi merasîmekî li Qendîlê hatin veşartin.

Gerîlayên HPG’ê Rêzan Botan (Rêzan Gungen) û Bawer Botan (Bekîr Kina) di 6’ê Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn. Cenazeyên wan bi merasîmeke girseyî li Qendîlê hatin veşartin.

Merasîm li goristana Qendîlê ya Mihemed Karasûngûr bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Sultan Yildizatan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, “Ji her hêlê ve êrişî me dikin. Serketin wê bibe ya gerîlayan.”

Piştî wê, endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Xalid Mihemed jî sersaxî ji Rêber Abdullah Ocalan û tevahî malbatên şehîdan re xwest û got: "Roj bi roj xelkê azadîxwaz û neteweya demokratîk hêvî dide gelê me. Em dibêjin, bila serê serê malbata hêja û serê tevahî gêlên azadîxwaz sax be.”

ROJNEWS / QENDÎL