Şehîd namirin!

Sêşem 17 Tebax 2021 - 23:55

Dewleta Tirk a dagirker doh êrişî Şengalê kiribû û di êrişê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen Seîd û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda ku biraziyê Seîd Hesen e, şehîd bûbûn. Cenazeyên şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi sedan kesî cenazeyên Seîd Hesen Seîd û Îsa Xwedêda li ser riya Telaferê bi wesaîtan wergirt û birin mala malbatên Hesen û Xwedêda. Piştre jî cenaze bi karwanekî mezin û tevlibûna bi hezaran kesî, birin Goristana Şehîdan a Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê.

Li ser navê Fermandariya YJŞ’ê Viyan Hebabî li vir axivî û got, “Ji Hevalê Seîd di nava civaka Êzîdî de gelekî dihat hezkirin. Ji bo gelê Êzîdî destê xwe bide hev û bibin tifaq, her wiha ji bo tolhildana fermanê şev û rojên xwe kiribû yek û têdikoşiya. Hevalê Îsa jî ji destpêka fermanê ve di nava têkoşînê de bû û heya roja dawî di nava vê têkoşînê de li ber xwe da.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm jî got, “Malbata heval Seîd û heval Îsa di dîrokê de li ber xwe dane. Çawa di dîrokê de bav û kalên wan li ber xwe dan, îro jî Heval Seîd û Îsa li ber xwe dan. Her du heval ji binemala Mihemayê Evdo bûn. Mihemayê Evdo êriş bire ser artêşa Ferîq Paşa û civaka Êzîdî diparast.”

Piştî axaftinan, xelkê cenazeyên şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê. ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.