• Ji bo Fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn li Xanesorê konê şînê hate danîn û kesên serdana kon kirin, peyama “Em bi şehîdan xurt dibin, hun li rê em li pê” da.

Ji bo Fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn li Xanesorê konê şînê hate danîn û kesên serdana kon kirin, peyama “Em bi şehîdan xurt dibin, hun li rê em li pê” da. Her wiha PDK’ê bi hinceta ku PKK’yî ye rê neda ku konê şînê yê Şehîd Enver Tolhildan li kampeke Êzîdiyan a ser bi Dihokê were danîn.

Di 21’ê Çile de di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Geliyê Şilo fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enver Tolhildan şehîd bûn. Ji bo her du cangoriyên Êzîdxanê pêr li Çiyayê Şengalê merasîmeke bi heybet hate lidarxistin û Şengaliyan her 2 cangoriyên xwe spartin axa pîroz.

Doh jî ji bo Fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn, li Xanesorê li ber derê malbata wî konê şînê hate danîn. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, şervanên YBŞ’ê û gelek kesên ji cihên cûda yên Şengalê serdana konê şînê kirin.

Yek ji rêhevalên Azad Êzdîn, Zerdeşt Rêvîn got, dewleta Tirk a dagirker ji dîrokê ve dijminê ola civaka Êzidî ye: “Em wek rêhevalên wî, em ê li ser doza hevalê Azad û şehîdan hemûyan bin. Kesên ku di vê rêyê de bimeşin, mirin nayê bîra wan. Ew ji bo xweseriya Şengalê xwedî armanc bûn. Çi dibe bila bibe, serketin ya me ye.”

Birayê Şehîd Azad Êzdîn, Rojhat Qîranî jî got, ew bi şehadeta pêşengên civaka Êzîdî serbilind in: “Birayê min bû, hevalê min bû, fermandarê min bû. Em dibêjin, rêheval Azad silavên me bigihîne heval Dijwar, heval Seîd, heval Hemîd. Hûn li rê em li pê. Wan ji bo vê axa pîroz canê xwe feda kir.”

PDK´ê şîn jî li Êzdiyan qedexe kir

Malbata Şehîd Enver Tolhildan jî xwest konê şînê li kampeke Êzîdiyan a ser bi Dihokê deyne. Lê rayedarên PDK’ê bi hinceta ku Enver Tolhildan PKK’yî ye, destûr neda ku malbat konê şînê deyne. Piştî vê rêgiriya PDK’ê, malbatê biryar daye ku konê şînê li Xanesorê deyne.

Konê sersaxiyê ya her du şehîdan wê îro û sibe jî danî be. 

ROJNEWS/ŞENGAL