Li paytexta Belçîka Brukselê di şexsê Dilêr Rozgerd de şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan bi merasîmekê hatin bîranîn.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, siyasetmedar Mihemed Pênciwînî, Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî, Tevgera Jinên Kurd û nûnerên ji Saziya Malbatên Şehîdan li ser jiyan û têkoşîna şehîdan axivîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku şehîd, bûne sembola berxwedanê û hat gotin ku rastiya şehadeta van hevalan, nîşaneya yekîtiya gelê Kurd e.
Her wiha di axaftinan de banga tevlîbûna meşa 22’ê Tîrmehê bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bê lidarxistin hate kirin.
Piştî axaftinan, malbatan helbestên ku li ser zarokên xwe nivîsandine, xwendin. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
ANF/BRÛKSEL