Şehîd hatin bibîranîn

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 24 Çile 2023 - 01:00

  • Kurdan li Ewrûpayê şehîdên her du komkujiyên Parîsê Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi bîr anîn. Wan peyama, ew ê têkoşînê mezin bikin ji bo azadiyê û li dijî tecrîdê. Wan ji dewleta Fransayê jî xwest komkujiyan ronî bike. 

Şehîdên Parîsê li bajarên Elmanya û Fransayê hatin bibîranîn. Sercan Aydin di merasîma li Marsîlyayê de bang li gelê Kurd kir da ku li dora têkoşîna heqîqetê kom bibin.

Ji bo şehîdên komkujiyên Parîsên yên 9´ê Çileyê 2013´an û 23´yê Kanûna 2022´yan Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan), Ronahî (Leyla Şaylemez), Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil, li bajarên Fansayê Marsîlya û Lyonê, li paytexta Fransayê Parîsê û li bajarên Elmanyayê Freiburg, Nurnberg û Styttgartê merasîmên girseyî hatin lidarxistin.

MARSÎLYA: Bibîranîn bi tevlîbûna bi sedan kesî hat lidarxistin. Li hola çalakiyê wêneyên şehîdan û pankartên ku zimanên cuda li ser “Şehîd namirin” hatibûn nivîsîn, hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê, hunermend Diyar Mahrovî ji bo bibîranîna şehîdan lorand. Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) Zozan Serhat axivî. Zozan destnîşan kir ku jinên Kurd wê vê komkujiyê qet ji bîr nekin û heta ev komkujî tê ronîkirin, wê têkoşîna wan bidome û anî ziman ku komkujiya duyemîn jî şerma Fransayê ye. Birayê Evîn Goyî, Mûstafa Goyî ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi rêya telefonê tevlî bibîranînê bû û got, têkoşîna Evîn Goyî bê navber dewam dike. Piştre siyasetvan Sercan Aydin got, “Têkoşîna Heqîqetê li ku derê be, dijmin li wir xwe nîşan dide.” Aydin bang li gelê Kurd kir ku li dora vê heqîqetê kom bibin. Xwedî li şehîdan, li Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

PARÎS: Ji bo bibîranîna Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil li banliyoya Villiers Le Bell a Parîsê, merasîmek hat lidarxistin. Merasîm bi pêşengiya TJK-F’ê hat lidarxistin. Gelek kes tevlî merasîmê bûn. Li ser navê TJK-F’ê Fîdan Yildirim axivî, Şehîdên Parîsê bi bîr anîn û qala pêvajoya li ser esasê şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan kir. Piştre li ser jiyana şehîdan, sînevîzyonek hat temaşekirin. 

LYON: Li bajarê Fransayê Lyonê Şehîdên Parîsê û Veysî Taş û Mehmet Akar ên ji bo protestokirina tecrîdkirin Rêber Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber agir, şehîdên MLKP’ê Ozgur Namal û Zekî Gurbuz, bi meşekê hat bibîranîn. Meşê li qada Bellecour destpê kir û gelek Kurd û dostên wan tevlî meşê bûn. Meş li Navenda Çanda Mezopotamyayê bi dawî bû. Piştre çalakî bernameya bîranînê dewam kir.

STUTTGART: Li vî bajarê Elmanyayê bi pêşengiya TJK-E’yê Şehîdên Parîsê hatin bibîranîn. Bi sedan kes tev lî merasîma bibîranînê bûn. Li Kulturhausa Stuttgartê xizmên Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil jî tev li merasîmê bûn. Li ser navê KOMAW’ê Şengê Kahraman axivî û got, “Ev dijmin ewqasî ji me ditirse ku roj bi roj, gav bi gav derfetê bibîne me qetil dike. Bila her kes bizane ku em natirsin, em baweriya xwe ya ji serketinê ji dest nadin. Em ê soza xwe ya ji Serok Apo û şehîdan re, bi cih bînin.” Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê hat gotin, “Nasnameya berxwedanê her tim, li cihên ku komkujî, êşkence û zext lê ne, bêhtir bi pêş dikeve. Li ser navê TEV-ÇAND’ê Garîp Nûrhak jî got, ku gelê wan xwedî li şehîdan derdikeve. Ozan Comert stran gotin.

FREIBURG: Li vî bajarê Elmanyayê jî bi tevlîbûna bi sedan kesan Şehîdên Parîsê hatin bibîranîn. Endama TJK-E’yê Bêrîtan Amanos got, dijminê wan bi hedeftina jinên Kurd, nîşan didin ka çiqasî ji jinên Kurd ditirsin. Amanos Sakîne Cansiz û Evîn Goyî weke “nexşeyên me yên azadiyê” bi nav kir. Piştre li ser navê malbata Şehîd Evîn Goyî, Yadê Fatê axivî. Yadê Fatê anî ziman ku Şehîd Evîn di tevahiya jiyana xwe de, timî hînker bû û di heman demê de jî hîn dibû. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî got, bi qetilkirina Mîr Perwer, neyartiya li dijî hunerê Kurd derketiye holê.

NURNBERG: Li vî bajarî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) merasîm hat lidarxistin. Ji rêveberiya NCDK’ê Naîme Qamişlo bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û got, “Dewleta Tirk a faşîst û qirker, ji bo rakirina ji holê ya destketiyên Kurdan êrişên bi her awayî yên nemirovî dike û dixwaze ku Kurdan qetil bike. Li çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî yên qedexekirî êriş dike. Li Rojava bi çekên bêmirov ên biçek her roj sivîlan qetil dike. Em baş dizanin ku armanca yên ev qetlîam kirin, Kurd in.” Naîme Qamişlo, bang li dewleta Fransayê kir û xwest ku her du komkujiyên Parîsê, bên ronîkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.