Li Şehbayê bi tevlîbûna bi sedan kesan, şehîd Gîvara Efrîn hate veşartin.
Bi sedan Efrînî û Şehbayî li pêşiya nexweşxaneya Avrîn ya Fafînê kom bûn. Xelkê piştî ku rahişt cenazeyê Şehîd Gîvara Efrîn bibin, ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Eherzê ve meşiya.
Li goristana şehîdan piştî rêzgirtinê, ji aliyê sazî û meclîsan ve hate kirin. Li ser navê meclisa malbata şehîdan Hesen Birko, li ser navê rêveberiya xweser Erêf Şêxo û li ser navê meclîsa jina azad a Şehba Şukriyê Hesen axivîn. Wan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, û got, ew ê bi têkoşînê layiqî şehîdan bin. Wan di dawiyê de got, “Serkeftina herî mezin wê azadiya rêber Apo û azadkirina Efrînê be.”
Piştî wê wesîqeya şehîd ji aliya endama komîteya perwerdehiya civaka demokratîk Zêneb Ebdo ve hate xwendin. Di dawiyê de cenaze bi tilîlîyên dayikan û bi sloganan hate veşartin.
EFRÎN