HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan ên bi navê Gelhat û Zindan di sala 2020’an de şehîd bûne û got, “Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê dev ji vê têkoşînê bernedin û em ê soza xwe ya pêkanîna azadiyê bi cih bînin.”
HPG’ê der barê şehadeta her du gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya HPG’ê de tê gotin: “Di 10-15’ê Mijdara 2020’an de artêşa Tirk a dagirker li Çelê û Zê êrişeke dagirkeriyê dabû destpêkirin. Di şer û êrîşên hewayî de hevrêyên me Gelhat û Zindan şehîd bûne.
Hevrêyên me Gelhat û Zindan di perwerdehiyên îdeolojîk û leşkerî de bi ser ketine û ji bo ku li dijî mêhtingeriyê şer bikin, li eniya Zê tevlî berxwedanê bûne. Her du hevrêyên me ji sala 2018’an heta sala 2020’an di gelek çalakiyan de cih girtine, bi helwesta xwe ya leşkerî û pratîka xwe bûne milîtanên Apoyî. Hevrêyên me Gelhat û Zindan bi tevlêbûna xwe ya fedakar û sade ji hemû hevrêyên xwe re bûne mînak û bûne sembola ku divê milîtanên Apoyî çawa bijîn û çawa şer bikin.
Em bi berpirsyariya ku em ê layiqî hevrêyên xwe Gelhat û Zindan bin, malbatên hêja yên her du hevrêyên me di serî de, em ê sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyên xwe pêk bînin.”
ANF/BEHDÎNAN