Şehîd Emîna Elî li azadiyê digeriya

Yekşem 7 Îlon 2025 - 15:00

  • Cîgira Hevseroka Dayreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Ezraa El Saado, têkoşer û rojnamevana şehîd Emîna Elî bi bîr anî û got ku wê "ne li şer, lê li azadiya gelê xwe, bi taybetî jinan, digeriya "Şehîd Emîna Elî nimûneya rojnamevana azad bû"

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku şevana wan Sara Dilsoz (Emîna Elî), di 18'ê Adara 2020'î de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bû. Emîna Elî di sala 2017'an de wekî nûçegihana ajansa ANHA'yê dixebitî berî ku di sala 2018'an de tevlî refên gerîla bibe.

Cîgira Hevseroka Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Ezraa El Saado serbilindiya xwe têkoşîna rojnamevan Emîna Elî anî ziman û li ser navê xebatkarên ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî ji malbata wê re xwest.

Ezraa El Saado, "Emîna mînaka jineke azad, bi hêvî û zana bû. Wê exlaqê bilind bi giyanê hevaltiyê re kirin yek. Bi xebata xwe ya ragihandinê karîbû dengê gel bigihîne û di serdemeke girîng a dîroka bajarê Reqayê de, rastiyê belge bike."

Ezraa destnîşan kir ku şehîd Emîna bi kûrahî bi raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve bandor bûye û got, "Wê her tim digot ku ew dixwaze biçe çiyayên Qendîlê, ne ji bo lêgerîna şer, lê ji bo azadî û xwerizgarkirinê û da ku karibe roleke bibandor ji rizgarkirina jinan ji her cûre neheqî, tundî û qedexeyên civakî de bilîze. Wê digot ku armanca wê ya sereke rizgarkirina jinan ji zihniyeta baviksalar û adetên kevnar ên ku azadiya wan asteng dikirin bû."

Ezraa El Saado wiha zêde kir, "Şehîd Emîna, mîna gelekên din, di dema dagirkirina Reqayê ji aliyê DAIŞ'ê ve rastî zilm û zordariyê hat, vê êşê hişt ku ew tevlî tevgera azadiyê bibe û beşdarî avakirina civakek azad û demokratîk bibe."

Ezraa wiha domand, "Bi xebata xwe ya ragihandinê piştî rizgarkirina bajarê xwe, wê roleke girîng di eşkerekirina sûcên DAIŞ'ê yên li dijî jinan de lîst, dûv re jî bal kişand destkeftiyên jinan û rola wan a di avakirina civakek nû de."

Ezraa diyar kir ku şehîd Emîna bû dengekî azad û sembola têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi vîn, kamere û pênûsa xwe, ew bû nimûmeya rojnamevaneke azad a ku bi pirsgirêkên civaka xwe ve girêdayî ye, wê rastî hilgirt û ji bo wê şehîd bû.

Rojnamevan Ezraa El Saado axaftina xwe wiha bi dawî kir "Nûçeya şehadeta wê bi êş bû, lê ji bo me hemûyan çavkaniya serbilindiyê ye. Wê soza xwe pêk anî û heta dawiyê di rêya têkoşînê de meşiya. Em serbilind in ku ew yek ji me bû. Em ê li ser rêya wê bidomînin û em soz didin ku rêya azadî û têkoşîna ji bo jin û civakê bidomînin heta ku azadî û demokrasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were." ANHA/REQA/MIZGÎN ELÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.