Şehîd Çiyazan Gever
În 29 Çile 2021 - 05:05
HPG'ê ragihand ku hevrêyê wan Çiyazan Gever di 16'ê Tîrmeha 2020'î de li Xakurkê di encama êrişa hewayî de şehîd bûye û destnîşan kir ku wê armancên şehîdên xwe di nava têkoşîna xwe de pêk bînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: "16'ê Tîrmeha 2020'î artêşa Tirk a dagirker êrişa hewayî bir ser qadên Goşîne û Rostê yên herêma Xakurkê. Di encamê de hevrêyê me Omer Îsa Canan bi nasnav Çiyazan Gever ê li Colemergê ji dayik bûyî şehîd bû.
Hevrêyê me Çiyazan mîrateya hevrêyên xwe yên şehîd ên leheng dewr wergirt, li ser heman xetê meşiya, xwedî li berpirsyarî û wezîfeya milîtaniya fedayî ya Apoyî derket û bi rengekî serketî bi cih anî.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Çiyazan em sersaxiyê ji gelê Geverê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin, soz didin ku em ê armancên hevrêyên xwe yên leheng di têkoşînê de pêk bînin."
ANF/BEHDÎNAN