HPG'ê ragihand ku hevrêya wan Berîvan Onal (Ararat Zerzan) par ji ber birûskê şehîd bûye û destnîşan kir ku Ararat Zerzan her kêliya xwe bi têkoşîneke destanî derbas kir û bû milîtaneke fedayî. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayeke wan ji ber birûskê lê daye şehîd bûye. Daxuyaniya HPG'ê wiha ye: "Hevrêya me Bêrîvan Onal bi nasnav Ararat Zerzan a li Bedlîsê ji dayik bûyî 1'ê Îlona 2020'î li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber birûskê şehîd bû.

Serfirazkirina vê berxwedana pîroz ku şehîdên me yên leheng bi keda mezin û xwefedakirinê ji me re mîrat hiştin û ji bo pêkanîna xeyalên şehîdên me di her gavê de beza ber bi serfiraziyê wê bibe yekane armanca me.

Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya welatparêz a hevrêya me şehîd Ararat, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

ANF/BEHDÎNAN