• Yek ji fermandarên YBŞ’ê Azad Êzdîn ê ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, hate bibîranîn.

Yek ji fermandarên YBŞ’ê Azad Êzdîn ê ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, hate bibîranîn.

Di 21’ê Çile de di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Geliyê Şilo fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan şehîd bûn. 22’ê Çile ji bo her du cangoriyan li Xanesorê û Başûrê Kurdistanê konê sersaxiyê hatin vedan. Lê konê sersaxiyê ê ji bo Şehîd Enwer Tolhidan ê ku malbata wî li Kampên ser bi Dihokê vedan, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin rakirin. Malbat neçar man ku konê sersaxiyê li ser axa ku Enwer lê şehîd bû, li Xanesorê vede. Konê ji bo Şehîd Azad, ev sê roj in li ber mala wî a li Xanesorê hatibû vedan. Bi sedan kes çû seredana konê sersaxiyê û sersaxî ji malbata wî re xwestin. Konê sersaxiyê doh bi merasimekê bi dawî bû. 

Di merasîmê de li ser navê malbata Şehîd Azad, Rojhat Qîranî got, “Heval Azad serê xwe ji bo parastina Şengala pîroz û rizgarkirina dayik û xwişkên me yên di destê çeteyan de da. Em wek malbata heval Azad, şikiriya xwe ji Xwedê dixwazin ku Azad serê xwe ji bo pîroziyên xwe kir qurban. Ji bo parastina vê civakê heval Azad şev û rojên xwe kiribûn yek. Bila nebêjin me Azad û Dijwar ji nava Êzdiyan xilas kirin. Îro bi hezaran Azad, Hemîd, Enwer û Zerdeşt ji nava Êzdiyan derketine û li ser rêya wan dewam dikin. Em dibêjin, bila serê civaka Êzdî û Rêber Apo sax be, şehîd wê her di dilê me de sax bin û ti carî nemirin.”

Piştî axaftinan li ser jiyan û têkoşîna şehîd Azad û şehîd Enwer sînevizyon hate nîşandan û merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû. n

ROJNEWS/ŞENGAL