Şehîd Axîn Feraşîn

Duşem 25 Çile 2021 - 02:44

HPG’ê gerîla Gulîzar Gur (Axîn Feraşîn) bi bîr anî, ku sala 2016’an di êrişeke hewayî de şehîd bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hevala me Axîn milîtaneke Apoyî ya mînak bû ku cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt.” 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayeke ku sala 2016’an şehîd bû eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye: “Hevrêya me Axîn Feraşîn 24’ê Mijdara 2016’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke hewayî de şehîd bû. Axîn li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi dilsoziya xurt a eşîra wê Gewda ya bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, bi hest û çanda welatparêziyê mezin bû. Hîn di temenê zarokatiyê de têkoşîn nas kir. Ji ber ku ji malbata wê gelek tevlîbûn çêbû û şehîd hene, her wiha ji ber ku gundê wan ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hate şewitandin, rûyê rast ê dijmin zû dît û hîn di temenê ciwantiyê de kete nava lêgerîna têkoşînê. Dilsoziya xwe ya bi şehîdên şoreşê re ku nirxê herî pîroz ê gelê Kurdistanê ye, hezkirina wê ya çiyayên Kurdistanê û gerîlayên azadiyê kir ku tevlî nava refên partiyê bibe.

Hevrêya me Axîn di nava jiyanê de bi kedkarî, fedakarî, dilnizmî û taybetmendiyên xwe yên çalak dihate naskirin. Ji aliyê îdeolojîk ve girîngî da perwerdeya xwe. Tevî ku hîn gelekî ciwan bû, bi çanda welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî, bi îdeolojiya Apoyî xurtir kir û di pîvanên azadiyê yên xweafirandinê de şareza bû, bû milîtaneke YJA Starê ku gav bi gav xwe gihand kesayetiya jina Kurd a azad. 

Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Axîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soz didin ku tola hevrêya xwe Axîn hilînin û têkoşîna wê mezin bikin.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.