HPG'ê ragihand ku gerîla Ehmed Şêxmûs (Amed Dorşîn) di 22'ê Çileyê de ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: "Di daxuyaniya 30'ê Çileya 2021'ê de me ragihandibû ku 22'ê Çileya 2021'ê qadên Hecî Umran û Berdesorê bi balafirên şer hatine bombekirin û di encama vê bombardûmanê de hevrêyê me Ehmed Şêxmûs bi nasnav Amed Dorşîn li Hesekê ji dayik bûyî, şehîd bûye.
Hevrêyê me Amed di nava her şert û mercî de bi Rêbertî û hevrêyên şehîd re dilsoz ma û baweriya xwe ya bi şoreşê bi kelecaneke mezin di her karî de nîşan da. Bi vî rengî bû hevrêyê hevrêyan, heta nefesa xwe ya dawî jî ji van taybetmendiyên xwe tawîz neda û tevlî karwanê şehîdan bû.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Amed, em sersaxiyê ji xelkê Rojava û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe ya 'Rêberê azad, Kurdistana azad' dubare dikin ku me dane hevrêyên xwe yên şehîd bûne."
ANF/BEHDÎNAN