Li Norwecê koalîsyona çepgir di hilbijartinan de bi ser ket, pê re jî cara pêşî ye ku weke parlamenter li vî welatî hatin hilbijartin. Seher Aydar a ji Partiya Sor û Manî Hussaini (Huseynî) yê ji Partiya Karker ketin meclîsa neteweyî ya li Osloyê. 

Mûxalefeta çepgir a ku Jonas Gahr Store yê ji Partiya Karkeran, pêşengiya wê dike, di hilbijartina duşemê de bi ser ket û dawî li desthilatdariya rastgir a heşt salan anî.

Tê payîn ku Jonas Gahr Store bibe serokwezîr.

Hate ragihandin ku muxalefetê ji 169 kursiyan, 100 kursî stendine. Ev jî têr dike ku koalîsyona muhafezekar a Erna Solberg ji hikumetê bikeve.

Di vê hilbijartinê de Seher Aydar ji Partiya Sor ji rêza duyemîn û Manî Huseynî jî ji Partiya Karkeran ji rêza pêncemîn ketin meclîsê. Cara pêşîn e ku li Norwecê Kurd dikevin meclîsê.

Malbata Seher Aydar, ji Konyayê koçî Norwecê kiriye. Aydar demek dirêj di nav tevgerên jinan de, di saziyên civakî yên û yên li dijî nijadperestiyê de xebitiye. Aydar soz dabû ku ew ê bibe dengê Kurd, bindest, têkoşîna mafdar a gelên Kurdistanê û ew ê li dijî şer, faşîzm û dagirkeriyê têbikoşe.

Manî Huseynî yê ku ji herêma Akershûs a Osloyê di rêza pêncemîn de kete meclîsê, beriya bi 23 salan tevî malbata xwe ji Rojava koçî Norweçê kiriye. Li Zanîngeha Osloyê li Fakulteya Xebatên Siyasî mezûn bûye û piştre di siyasetê de çalak bûye. Huseynî diyar kiribû, heke ew bibe parlementer, ew ê bala siyasetvanên Norwecê bibe ser hevgirtina bi gelê Kurdistanê re.”

OSLO