Şehba vê havînê bi hunerê hênik dibe

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Tebax 2024 - 00:26

Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a Şehbayê bi rêya dewreyên perwerdê ciwanan fêrî amûrên mûzîk, govend û stranan dike. Her wiha stranên folklorî yên Efrînî tên gotin û perwerdeya li ser govenda folklorî jî tê kirin ku 25 zarok û jinên ciwan tevlî bûne.

Derbarê hûrgiliyên van perwerdeyan de Endama Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd got: "Gelek zarok û ciwan li herêmê hene xwedî behre ne û pêşketî ne. Pêwîstiya van zarok û ciwanan bi teşwîqê heye. Bi riya van dewreyên perwerdeyê yên hunerî û çandî de em hewil didin vê yekê bikin. Dewreyên perwerdeyê di navbera havînê de ji zarokan re tê dayîn ji bo hîn zêdetir têbigihêjin ji ber dibistan girtî ne û dema wan a perwerdeyê heye."

Şêrîn Reşîd diyar kir ku ew ji beriya salekê ve amadekariya van perwerdeyan dikin û wiha dewam kir: "Em hewil didin perwerdeya me vê salê cuda be. Me mamosteyên, stran, lêdana amûran û govendê yên herî jêhatî hilbijartine. Em zehmetiyan di peydakirina sotemeniyê de dikşînin her wiha komkirin û belavkirina beşdarên perwerdeyê li gund û navçeyên cuda ji herêmê. Li aliyekî din topbarana berdewam ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li pêşiya me dibe asteng. Ji bo em çand û folklora xwe bi çeka çand û hunerê biparêzin em hewil didin bi israr rewşa ewlehî li herêmê li ber çavan derbas bikin û planên dorpêçê yên li dijî me tên pêkanîn ji xwe re bikin weke hêzekê û liberanberî wê tekoşîn bikin. Ji bo em hejmarek mezin ji beşdaran perwerde bikin û behreyên wan pêş bixin perwerdeya me dê gelek hefteyan dewam bike. Di planên me yên siberojê de de destpêkirina perwerdeyên çandî û hunerî jî hene."

JÎNHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.