Sefîrê Fransayê yê li Iraqê, Eric Chevalier çû serdana Şengalê û xebatên çêkirina nexweşxaneyekê lêkolîn kirin.
Nexweşxaneya ku sefîrê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevalier karên çêkirina wê li Şengalê lêkolîn kir, ji aliyê hikûmeta Fransayê ve tê fînansekirin.
Chevalier di dema serdanê de got, "Berî sê mehan me serdana vî cihî kir. Em niha guhertin lez û berçav di pêşkeftina kar de dibînin. Malavahiya şirketa ku nexweşxaneyê çêdike û rêxistin û berpirsên hundirên Şengalê dikim ku ji bo avakirina nexweşxaneyê dibin alîkar."
ŞENGAL