• Komara Çekê, li ser giliyê sefîrê Tirk, dixwaze karsazê Kurd Orhan Ergîn dersînorî Tirkiyeyê bike. 

Komara Çekê, li ser giliyê sefîrê Tirk, dixwaze karsazê Kurd Orhan Ergîn dersînorî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku beşdarî vekirina komeleya Kurd a li Pragê bûye û destek daye vekirina buroya YPG û YPJ’yê Orhan Ergin dikin hedefa van êrişan.  

Orhan Ergîn ji navçeya Mêrdînê Dêrikê ye. Ji sala 2011´an ve ew li Çekyayê penaber e. Bi hinceta ku ew têkiliyên bi dewleta Tirk re yên Çekyayê xira dike, doza wî ya penaberiyê hatiye redkirin. Ji bo ku Çekyayê bi cih bihêle, mohleta ku dane Orhan Ergîn jî 31´ê Çileyê 2022´yan qediyaye. 

Orhan Ergîn dibêje, ji ber ku Kurd e û ji bo wê têkoşiyaye, ew kirine hedefa êrişan û doza wî ya penaberiyê jî red kirine: “Min li ber sefareta Tirk a li Pragê tevî zarokên xwe [5 zarokên wî hene] êrişên delweta Tirk ên li dijî Kurdan protesto kirin, vê yekê weke sûc dihesibînin. Ji ber ku ez demekê tevlî xebatên Komleya Kurdan a li Pragê bûme, vê jî sûc dihesibînin. Hinceteke wan a din jî ew e ku min alîkarî daye buroya nûneriya Rojava ya li Pragê, ya ku paşê hat girtin.”

Penaber jî kirin persona non-grata

Orhan Ergîn got, bi ziyankirina li têkiliyên Tirkiye û Çekyayê ew tê gunehbarkirin û ew weke “kesê nayê xwestin” hatiye ragihandin. Yanî penaberek jî weke persona non-grata ragihandine. 

Li dijî Orhan Ergîn li Tirkiyeyê biryara girtinê heye. Tevî ku doza penaberiyê ya Orhan Ergîn hat redkirin, doza penaberiyê ya zarokên wî dewam dike. Dayika zarokan li Tirkiyeyê ye û heger bavê wan jî bê dersînorkirin, zarokên 9 ta 16 salî wê bi tena serê xwe li Çekyayê bimînin. 

Orhan Ergîn niha amadekariyan dike da ku doza xwe ya penaberiyê û rewşa zarokên xwe bibe ber Daadgeha Destûrê ya Çekyayê.

Orhan Ergîn karê gastronomiyê dike û li herêma Moravia 20 restoranên wî yên bi navê Kurdsky Kebab hene.

NAVENDA NÛÇEYAN